Li Efrînê 3 jin hatin revandin 2018-08-25 16:26:44   EFRÎN - Artêşa Tirk û komên girêdayî wê keçek ji êla El-Emîrat a kantona Efrînê revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê girtin. Her wiha 2 jinên din jî hatin revandin têkildarî aqûbeta wan tu agahî tune ye.   Li gor nûçeya ANHA'yê bi navê Firqet Mûrad El-Sultan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan keça bi navê Ayişe Abdulnasir (20) ji taxa E-Mehmûdiye El-Zeydiye revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê ji malbata wê girtin.   Çavkaniyê teqez kir ku dema ew keç ji mala xwe ber bi mala kalikê xwe ve di heman taxê de diçû, hat revandin.   Çavkaniyan destnîşan kir ku beriya du mehan jina bi navê Ayişe Laqif û keça welatiyê bi navê Yûsif El-Hedîdî hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha tu agahî der barê wan de tune ye.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Efrînê rojane revandin, kuştin, îşkencekirin li ser sivîlan tê kirin û li beramberî berdana sivîlan pereyên zêde ji malbatên wan tên xwestin.