Peykerê Kevoka Spî ji aliyê qayim ve hat hilweşandin 2018-08-25 15:18:09   MÊRDÎN – Li Mêrdînê peykerê 'Kevoka Spî' ku tê wateya hemû ol û ziman bi hev re di nav aştiyê de bijîn ji aliyê qayim ve hat hilweşandin.      Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di 17’ê Mijdarê de qayûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku aîdê BDP'ê bû hat kirin. Di dema ku şaredarî di destê DBP'ê de bû di sala 2005’an de li têketina taxa Yalim a navçeya Artukluyê peykerê “Kevoka Spî” hatibû çêkirin. Peykerê ku bi salan li cihê xwe ma beriya du heftan ji aliyê qayûmê şardariyê ve hat rakirin.     Parlementerê AKP’ê yê berê Suleyman Çelîk berî bi demekê ji bo peyker  gotina 'sosret' bi kar anîbû. Hat zanîn ku li şûna Peykerê Kevoka Spî wê 'ala tirk' bê daliqandin.   Beriya vê jî heman tişt hatibû kirin   Li Qoserê jî peykerê zarokê 12 salî Ugur Kaymaz ku bi 13 guleyan hat kuştin ji aliyê qeyûmê Qoserê ve hatibû rakirin û li şûna wî Kuleya Saetê hatibû danîn.    Herwiha li Nisêbînê jî bîrdariya destê hatinge gulekirin a 16 welatiyên ku di sala 1992'yan de hatin qetilkirin ji aliyê qeymeqamê  navçeyê Ergun Baysal ve hat hilweşandin û li şûna wê kuleya saetê hat danîn.