Li Cizîrê mirina jinekê ya bi guman 2018-08-25 14:29:50   ŞIRNEX - Jina bi navê D.S. ku hat îdiakirin xwe intihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.    Li Kuçeya Konaka Cizîrê ya Şirnexê hat îdiarkirin ku jina bi navê D.S. dema ku kes malê tunebûye xwe intihar kiriye. Xizmên wê yên ku hatin malê agahî dan ekiba tenduristiyê. D.S. bi abmbulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. D.S. a ku du rojan di beşa lezgîn de ma jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê D.S. ji aliyê malbata wê li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.