Xebatên qeyyûm pêşiya nexweşiyan vedike 2018-08-09 10:08:55   COLEMÊRG - Li navçeya Gevera Colemêrgê ji ber xebatên binesaziyê ku 3 sal e li navçeyê didomin û bi dawî nabin, jiyana welatiyan tê astengkirin . Li navçeya ku di nav toz û heriyê de mirov winda dibin, di heman demê ev toz û herî pêşiyê li nexweşiyan jî vedike.     Li navçeya Gevera Colemêrgê ji ber xebata  binesaziyê ya ku ev 3 sale didome û nayê qedandin, navçe zivistanê di nav heriyê û  havînê jî di nava tozê de dimîne. Toza ku li navçeyê wekî duman belav dibe, pêşiya nexweşiya Astim û nexweşiyên wekîdin vedike. Jinên Geverê nêrazîbûn nîşanî  rewşa heyî dan û gotin ku ji ber vê rewşê li navçeyê nexweşî, qirêjî zêde bûye û  derketina derve ne mumku ne.    'Ji ber vê tozê nexweşxaneya Geverê bi nexweşan  tijî ye'   Jina bi navê Dîlber Çevîk anî ziman ku ji roja qeyyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin heya niha ew bi heman tiştî re rû bi rû ne û wiha axivi;"Ji her ku qeyyûm tayinî şaredariyê hatiye kirin, heya niha projeya binesaziyê qet bi dawî nebû. Em ji ber toz û heriyê nikarîn bixebitîn. Ev rewşa heyî jiyana me asteng dike. Bi rastî gel gelek zahmetiyan dikişîne. Ji ber vê tozê nexweşxaneya Geverê bi nexweşan  tijî bû ye. Di sala ku li Geverê  qedexe hatiye îlankirin, pir maddeyên kîmyewî hatine avêtin û ev madde tev di axê de ziwa bûn, niha jî ev toz rûyê me dişo û me nexweş dike. Ji ber vê herî û qirêjiyê nexweşî çêdibin. Em dixwazîn ku şaredarî bi lez vê xebata xwe bi dawî bike û navçeya me wekî berê xweş bibe."   'Ew bila wan xebatên xwe bi lez biqedînin'   Esnafa bi navê Aysel Ozcan jî bi lêv kir ku ji ber vê toz û heriyê ew nikarin bixebitin û got ku divê ev pirsgirîk bê çareserkirin û wiha got:"Em pir zehmetiyê dikşînîn. Em dixwazîn pirsgirîka heyî bê çareserkirin û hîna gotin, daxwaziyên gel bên guhdarîkirin. Em di rewşeke nebaş de dijîn. Ji ber tozê Zarok, pir û kalên me nikarin bên sûkê. Em nikarîn li sûkê  dan û standinê bikîn.  Ji bo ku em nexweş nekevîn, divê em rojê du caran serê xwe bişûn. Zarokên me ji ber toz û heriyê nexweş dikevin. Divê demekê nêz de ev pirsgirîk bê çareserkirin. jiyana me di xeterê de ye. Em ji navçeya xwe pir hez dikîn. Divê ew projeyên ku nîvcomayî û yên ku zirar didin gelbên sekinandin û yan jî bên çareserkirin."     'Qeyûm li çareseriyê nagere û pirsgirêkan zêde dike'   Jina bi navê Emel  jî bertek nîşanî xebatên qeyûm ên di bin navê binesaziyê de da û got  ku gelê Geverê bi van hewldanên Qeyûm tê cezakirin û wiha pê de çû;"Ev 3 sale em di vê rewşê de ne. Xebata şaredariyê ya binesaziyê bi tu awayî bi dawî nebû. Gel ji ber vê yekê di tengasiyê de ye. Şaredarî ji xîzmet dayinê zêdetir, bi zêdekirina pirsgirîkan re û cezakirina gel re  mijul e. Em dixwazîn ku şaredarî ji gel re xîzmetê bike. Di demsala havîn û zivistinan de em bi heman astengiyê re rû bi rû ne. Em heya êvarê dixebitîn, gava ku em diçîn malê jî mala me di bin tozê de wenda bûye û qirêj bûye. Em her roj malê paqij dikîn, lê mixabin tu feyde nake. Ji ber toz û heriyan bi tu awayî paqijî nakeve, malan û kargehên me. Ev binesazî ne ji bo aramiya gelê Geverê ji bo ku gel rehetsiz bibe û ji warê xwe koç bike. Li Tirkiyeyê erdhejiya herî mezin li Wanê  pêk hat û 2 salan de dewletê binesaziya wê çêkir û bajar nû kir. Lê li Geverê ev 3 sale em di vê rewşê de ne û bi zanebûn ev nayê çareserkirin." (zyd