'Heya ku kujerên kurê min neyên darizandin, ez namirim' 2018-08-09 09:01:31   Zeynep Durgut   WAN - Di ser qetilkirina Ahmet Demiragaç ê ku Rêberê DBP'a Artemêtê bû re 2 sal derbas bûn, lê hîna kujer nehatine dîtin. Dayika Ahmet Demîragaç diyar kir ku ji bo kujerên lawê wê hesab bidin, ew ê heya dawiya temenê  xwe tebikoşe.    Di  sala 2016'an de di 13 hezîranê de  li navçeya Artemetê wesayita ku rêveberê Partiya Hêrêmên Demokratîk (DBP)  Ahmet Demîragaç(21)  tê de ji aliyê polîsan ve hatibû gulebarankirin di encma gulebaranê de li gel Ahmet  2  kesên din jî jiyana xwe ji dest dabûn.  Malbata Ahmet Demîragaç der barê bûyerê de ji bo ku kujer bên darizandin serlêdana sûc kiribû. Malbatê xwestibû ku   pêvajoya huquqî bê  destpêkirin.  Lê mixabin ev daxwaza malbatê  ji aliyê dozgeriyê ve hat redkirin. Li gel ku di ser bûyerê re  2 sal sel derbas bûne jî hîna kujerên Ahmet nehatine dîtin. Dayika Ahmet, Emîne Demîraagaç  axivi. Emîne diyar kir ku  lawê wê Ahmet li ber çavên wê bi îşkenceyê birine û got ku ji bo kujerên Ahmet bên dîtin û hesab bidin, ew ê heta dawiya jiyana xwe têbikoşe.     'Ber çavên min lawê min îşkence kirin û birin'   Emîneyê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku roja Ahmet hatiye kuştin, ji aliyê polîsan ve bi ser mala wan de hatiye girtin û ew roj wiha vegot:"Lawê  min li ber çavên min îşkence kirin. Bi çekê lê dan. Wisa îşkence lê kirin ku diranên wî hemû hilweşiyan. Bi lêdanê re xwîn ji devê wî dihat. Min dixwast ez Ehmedê xwe ji destê wa  rizgar bikim, lê li min jî dan. Ehmed ji wan re got 'Li diya min nedin' Lê wan guhdar nekirin."    Emîneyê destnîşan kir ku li ber çavên wê lawê wê îşkence kirine û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Hem lawê min îşkence dikirin û di heman demê de jî li mala me lêgerîn dikirin. Ji bo ku lawê min sûcdar bikin polîsên ku bi ser malê de girtin çek anîn malê û li malê belav kirin. Deriyên me şikandin û tiştek di malê de nehiştin. Piştre lawê  min birin. Di heman rojê de bavê Ehmed jî hat binçavkirin. Piştî ku lawê  min birin, min jê nema agahî girt. Dema ku min li nûçeyên êvarê temaşekirin, min nas kir ku ew wesayita lawê min tê de hatiye gulebarankirin û lawê min qetil kirîne. Ehmed xwendekar bû. Ehmed ji bo ku debara malê bike li kolanan bişev û biroj dixebitî. Bi zanebûn lawê min qetil kirin. Tu gunehê lawê min tune bû. Min zarokên xwe bi  gelek zor û zahmetî mezin kirin. Ehmedê min, pir biçûk bû mirin ji wî mezintir bû.    'Heta ku kujer neyên darizan mirin ji min re heram e'   Emîneyê anî ziman ku nehiştine lawê wê jê xatir jî bixwaze û ev tişt got:"Min xwîna kurê xwe nedît. Gava ku min cenazeyê lawê xwe dît lawê min wekî ku nehatibe qetilkirin û razayî be bû. Kurê min hat qetilkirin, lê hîna kujerên kurê min hesap nedane. Divê ku kujerên kurê min bên cezakirin.  Lê bavê wî hat girtin û destûr nedan ku bavê wî bê ser cenazeyê lawê xwe jî. Li ku derê bêedeletiyek wisa hatiye dîtin? Kesên ku kurê min qetil kirîn di îfadeya xwe de dibêjin 'Me nedizanî ku Ahmet xwendekar e' Bi van îfadeyan xwe rizgar kirin. Kîjan bext û kîjan dil têrê dike ku mirov ciwanekî bikuje? Xwedê vê êşê nîşanî tu dayikan nede. Heya ku kujerên kurê min li berçavên min neyên darizandin, bila ji min re mirin heram be. Dê roja ku zilm ji xwe şerm bike jî bê."