Zaroka ku ji traktorê ket jiyana xwe ji dest da 2018-08-08 17:18:41   RIHA - Zaroka ku bi bavê xwe re li Bozovayê di traktorê de bû ji traktorê ket erdê û jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Bozova ya Rihayê li taxa Gozenekê  zaroka 3 salî Gulîzar Bîlendir ya ku di hebêza bavê xwe de bû ji destê bavê xwe ket erdê, di bin traktorê de ma û jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê zarkê ji bo otopsiyê rakirin morga Tipa Edlî û Metî Bilendir jî ji bo îfadeyê binçav kirin û piştî ku îfadeya wî gitin serbest hat berdan.