Waliyê Şirnexê 54 herêm li sivîlan qedexe kirin 2018-08-08 17:06:23   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, li bejahiya Bêşebabê 54 herêm wekî "Herêma taybet a ewlehiyê" îlan kirin û herêm li sivîlan qedexe kirin.   Walîtiya Şirnexê li bejahiya navçeya Bêşebabê li herêma Faraşîn, Guneyyak û li herêma Mezrayê 54 herêm wekî "Qda ewlehiya taybet" îlan kirin û li welatiyên sivîl qedexe kirin. Hat ragihandin ku wê qedexe 15 rojan berdewam bike.