Jina ku qet nezewiciye bêyî agahiya wê hebe hatiye zewicandin 2018-08-08 15:05:03   BURSA - Li navçeya Kestel a Bursayê jina 63 H.S. salî ku qet nezewiciyê piştî ku ji bo begeyekê çû Mudiryeta Nifusê pê hay bû ku 46 sal e zewicandî ye û keçeke wê ya 33 salî jî heye.   Li navçeya Kestel ya Bursayê jina bi navê H.S. a 63 salî ji bo belgeyeke ku pêdiviya wê pê hebû çû Muduriyeta Nifusê. Piştî ku karmend ji H.S. paşnavê wê yê beriya zewacê pirsî H.S. diyar kir ku ew qet nezewicî ye.  Piştî ku qeyda H.S. ya li nifusê hat kontrolkirin hat dîtin ku di 1'ê çileyê 1972'yan de bi mêrê Sûriyeyî yê bi navê Muhammed Mahîr Akbey re hatiye zewicandin  û keçeke wê ya 33 salî jî heye.   H.S. ya ku ji bo rewşa xwe bi awayekî zelal hîn bibe çû Muduriyeta Nifûsê ya Bursayê dît ku di sla 1972 yan de li bajarê Sûriye yê Şamê bi Muhamed Mahîr Akbay re zewiciyê  û ev zewaca wê di sala 2018'an de li Tirkiyeyê jî derbasî qeydan hatiye kriin. Herwiha hat diyarkirin ku ev qeyd jî ji aliyê karmendê nifusê yê li Muduriyeta Nifusê ya Dîlokê dixebite A.K. ve hatiye çêkirin.   Jina ku pê hay bû navnîşana wê jî bêyî wê rakirine dîlokê, derbarê berpirsiyaran de li Dozgeriya Komarê serlêdana sûc kir.