Îro Xelatên Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Denîz Firat tên dayîn 2018-08-08 14:14:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) amedekariyên ji bo pêşbirka 4’emin a Şehîd Denîz Firat ku di 22’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin, bi dawî bûn û îro xelat tên dayîn   Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) amadekariyên ku ji bo pêşbirka Şehîd Denîz Firat a di 22’ê Nisana 2018‘an de hatibûn destpêkirin, bi dawî bûn. Cihê ku pêşbirik lê bê  lidarxistin, cihê konferansê yê wargehê ye. Merasîma xelatdayînê wê di 8’ê Tebaxa 2018’an de ango îro li wargehê bê lidarxistin.   Ji bo vê pêşbirkê ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, ji zindanan,  Tirkiye û gelek deverên din kes beşdar bûn. Pêşbirika 4’emîn ya Şehîd Denîz Firat ji helbest, çîrok û wênekêşanê pêk tê. Pêşbirka îsal wê dîyarî şehîdê çapemeniyê Rizgar Deniz bê kirin. Li ser navê komîteya amadekar Kawa Buldan axivî.   Kawa li ser xebatên pêşbirikê wiha got: “Ev pêşbirka 4’emîn a Şehîd Denîz Firat e ku îsal li ser navê şehîdê çapemeniyê Şehîd Rizgar Denîz wê bê lidarxistin. Beşdarvanên ku pile girtîn wê di 8’ê Tebaxê de li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi merasîmekê xelatên xwe bigrin.”   Kawa di dawiya axaftina xwe de spasiya beşdarvanên ku di vê xebatê de cih girtîn û kar dane  meşandin jî  kir.