'Ji bo me rojnamegeran Denîz Firat navê cesaret, îrade û berxwedanê ye' 2018-08-08 12:59:18   AMED - Platforma Rojnamegerên Jin a  Mezopotamyayê (MKGP) bi minasebata 4'emîn salvegera şehadeta rojnameger Denîz Firat daxuyaniyek da. Rojnamegerên jin bi daxuyaniya ku dan diyar kirin ew Denîz Firat di 4'emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin û gotin ku Denîz Firat navê cesaret, îrade û berxwedanê ye.    Platforma Rojnamegerên Jin a  Mezopotamyayê (MKGP) bi minasebata 4'emîn salvegera şehadeta rojnameger Denîz Firat ku di 8'ê Tebaxa 2014'an de di encma êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Mexmûrê de dema nûçe dişopand jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. MKGP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di şerê li cîhanê û Rojhilata Navîn ku berdewam dike de her dem di serî de kedkarên çapemeniyê bûne hedefa dagirkeran.   Berdewamiya daxuyaniya MKGP'ê wiha ye:   "Di bedêla ku ewlehiya rojnamegerên di şert û mercên zahmet de erka xwe pêk tînin bê girtin dijberî wê rojnameger dibin hedef. Di vê çarçoveyê de me 4'emîn salvegar şahadeta hevala xwe Denîz Firat ku di encma êrîşên DAÎŞ'ê yên 8'ê Tebaxa 2014'an  li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da li dû xwe hişt. 4 salên me yên ku me bêyî Denîzê derbas kirin ji bo me bûn dema ku em berxwedana xwe geştir bikin. Denîz a ku bi kameraya xwe heta nefesa xwe ya dawîn hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê ji cîhanê re ragihand ji her kesî re nîşan da ku faşîzama li Rojhilata Navîn di lutekeyê de ye dikare bi bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî bê têkbirin.   'Denîz Firat navê cesaret, îrade û berxwedanê ye'   Em wekî xebatkarên Çapemeniya Azad ku şopdarên Denîz Firat in.  Ji bo me Denîz Firat a ku bi çîroka jiyana xwe ya ji Wanê heta Mexmûrê rewîtiya xwe ya dirêj vedibêje, navê cesaret, îrade û berxwedanê ye. Em Denîz Firat di 4'emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin û carekedin dibêjin ku mîrasa ji bo me hiştiye wê bibe ronahî û riya me ronî bike.  Wê kameraya Denîz heta ku rastî ji tarîtiyê bên rizgarkirin li ser milê me vekirî bimîne."