Li Êlihê ji ber çekdariya takekesî jinek hat birîndarkirin 2018-08-08 11:55:05   ÊLIH - Li taxa Pinarbaşi ya Êlihê di saetên serê sibehê de jina bi navê Kubra Ogur ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve bi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku xeteriya jiyanê ya Kubra berdewam dike Ugurê ku întîhar jî kir jiyana xwe ji dest daye.   Li Êlihê ji ber çekdarbûna takekesî jinek bi giranî hat birîndar kirin û mêrê ku xwest întîhar jî bike jiyana xwe ji dest da. Li taxa Pinarbaşi ya Êlihê di saetên serê sibehê de jina bi navê Kubra Ogur ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve bi giranî hat birîndarkirin. Bîlal Ugur ê  ku Kubra birîndar kir piştre întîhar kir û jiyana xwe ji dest da.   Kubra ya ku ji serê xwe giran birîndar bû rakirin nexeşxaneya taybet û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.