Parka 4 Nîsanê piştî qeyûm terkî rizandinê hat kirin 2018-08-08 09:03:42   RIHA- Parka 4'ê Nîsanê ku ji aliyê şardariya Xelfetiyê ve hat çêkirin, piştî qeyûm hat şûnde tu xizmet lê nehat kirin û terkî qedera xwe hatiye kirin. Şînahî û darên li parkê hişk bûn, peyarê jî hatin xerakirin.   Parka 4’ê Nîsanê di 2015’an de ji aliyê şaredariya DBP’ê ya Xelfetiyê ve di 66’emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, ji bo bername lê bên pîrozkirin hat çêkirin, lê niha terkî qedera xwe hatiye kirin.  Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak ku wek qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, paqijiya parkê qedexe kir, darên li parkê jî ji ber ku nayên avdan hişk bûn.   Di têketina parqê de tabelaya ‘em parqên xwe paqij bigirin, biparêzin’ balê dikşîne û tê dîtin ku hemû peyariyên derdora parqê jî hatine xerakirin. Kamelyayên ku gel lê rudiniştin jî li ber rizandinê ne. Her der tije çope û piranî tenkeyên çopê jî hatine texrîbkirin.   Dar û şînahî hişk bûn   Her wiha qada lîstika zarokan jî bi giştî hat rakirin û dar û şînahiya li parqê jî ji ber neavdanê hişk bûne.  Qada wek qada sporê dihat bikaranîn jî veguhertine otoparqê. Parkura meşê jî hatiye texrîbkirin û piranî banqên ji bo runiştinê jî ya şikestîne yan jî ji cih hatine rakirin.