Pero Dundar:Divê deriyê Îmraliyê bên vekirin 2018-07-27 09:05:12   Zeynep Durgut   WAN - Li Grava Îmraliyê girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji sala 2016'an heyanî niha bi tu awayî ji Abdullah Ocalan agahî nayê standin. Der barê girankirina tecrîdê de parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivi. Pero diyar kir ku tecrîd tê wateya berdewamkirina  şerên Rojhilatanavîn.    Girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roj girantir dibe. Ji sala 2016'an  heta niha bi tu awayî  hevdîtin pêk nehatiye. Der barê tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar nirxandin kir.    'Paradîgmaya îmraliyê  gel bi hêz kir û  bi rêxistin kir'   Pero anî ziman ku tecrîda Îmraliyê Ji salên 90'î heya  niha berdewam dike û got ku di şexê rêberê PKK Abdullah Ocalan de gel tê tecrîdkirin û wiha axivi;"Ji salên 90'î hetanî niha tecrîda li Îmraliyê berdewam dike. Bi girankirina tecrîdê pergala tecrîtê birêxistin kirin. Di şexsê birêz Ocalan de gelek û welatek hatiye tecrîdkirin. Tecrîdê gelek bi zanebûn û îdeolojîk didin meşandin. Di dema mûzakereyan de pêşiya pir tiştan hat vekirin. Di dema hevdîtinên bi îmraliyê re şer û tundî kêm bû.  Lê piştî ku hevdîtin bi dawî bû li welat şer derxistin.  Ev şer  şerê dewletê ye, lê dixwaze bike şerê gelan. Li aliyekî nijadperestiyê pêş dixin, aliyekî din jî leşkeriyê pêş dixin. Her wiha li aliyekî jî jî krîza aborî pêş dixin. Bingeha van hemû neyîniyan şer û tecrîd e. Di tecrîtê de israr di qetilkirin, kuştin,girtin, binçavkirinê de  israr e."   'Îktîdar ji  aşitiyê tirsiya'   Pero di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku li gel qutkirina hevdîtinên Îmraliyê îktîdara heyî xwe di warê zilmê de birêxistin kir û wiha domand:"Di dema hevdîtinên Îmraliyê de îktîdar ji pêkhatina aşitiyê tirsiya û ji ber wê jî hevdîtin bi temamî ji holê rakir. Di dema muzakerayan guh û çavê hemû gelan li îmraliyê bû. Gava ku em li pêvajoya muzakereyê dinêrîn ji gelê kurd zêdetir çavên gelên din li îmraliyê bû. Ji ber ku wan jî ji vî şerî pir kişandiye û dixwazin ev şer bi dawî bibe. Ji ber vê yekê jî îktîdarê nedixwast nêrînên birêz Ocalan bigihîjin gel. Îktîdar ji hatina  aşitiyê tirsiya.  Pêvajoya aşitîyê pir bi wate bû. AKP'ê bingeha xwe di vê pêvajoyê de avakir. Di van salan de xwe birêxistin kir û piştre biryara hilbijartinê da. Di dema hilbijartinê de siyaseteke pir rehet dan meşandin  ji ber ku tişta dixwestin pêk anîn. "   'Azadiya Ocalan azadiya  gelên Rojhilata Navîn e'   Pero anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan dê civakê di warê guhertinê de pir serkeftî bike û wiha pê de çû;"Gel ne tenê rakirina tecrîdê dixwaze, di heman demê de azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Ji ber ku ev azadî ne tenê dê bibe azadiya Ocalan, dê bibe azadiya Rojhilata Navîn. Bingeha şerên rojhilatanavîn bi tecrîdê ve girêdayî ye. Tecrîd giran dibe, şer mezintir dibe û rêxistina çeteyan xurtir dibe. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de girtîgeh hemû niha di bin tecrîdeke girande ne. Cilên yek reng ew ne tiştekî ji rêzê ye. Bi cilên yek reng dixwazin têkoşîna bi salane vala derxînin. Bi polîtîkayên yek reng, yek ziman, yek welat û yek al re jiyanê asteng dikin û te di wê jiyanê de difetisînin. Ji salên 90'î de  Tirkiyeyê bi OHAL'ê rêve dibin. Li gorî daxwaza xwe Tirkiyeyê rêve dibin. Kengî bixwazin qanûnan derdixîn û çi bixwazin dikin qanûn. "   'Divê deriyên girtîgehan bên vekirin'   Pero bal kişand ser girtiyên nexweş û got ku di pêvajoya aşitiyê de daxwaza Abdullah Ocalan a yêkem berdana girtiyên nexweş bû û wiha berdewam kir;"Di dema pêvajoya aşitiyê de yêkem daxwaza birêz Abdullah  Ocalan berdana girtiyên nexweş bû. Muzakere bi van şertan da destpêkirin. Lê hetanî niha yek ji wan girtiyên nexweş nehatine berdan. Hetanî niha di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş di bin şert û mercên girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Dixwazin bi taybetî di girtigehan de gelê kurd, ciwanên kurd û  jinên kurd bi cezayan li gorî qanûnên xwe terbiye bikin. Girtîgehan mîna qadên terbiyekirinê dibînin. Li tu deverên cîhanê mînaka vê tune ye. Ji bo rakirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe berdewam bikîn. Em dibêjîn pêwîst e deriyên hemû girtîgehan bên vekirin.    'Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne'   Pero di dawiya axiftina xwe de bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku li hemberî girankirina tecrîdê bi hêstiyarî tevbigerin û wiha got:"Şikandina îradeya mirovahiyê, sucê herî mezin e. Ev 3 salin hevdîtin bi îmraliyê re pêk nayê  û bi girankirina tecrîdê re  serkeftina xwe di hilbijartina 24'ê hezîranê de îlankirin. Divê qanûnên li gorî pêdiviyên mirovahiyê bên çêkirin. Niha AKP-MHP dixwazin bi qanûnan efuyê bixin meritiyê û tacîzkaran tevan derbixin  derve. Dixwazin pergala xwe ya derve li ser van sucdaran bi hêz bikin. Îttîfaka AKP-MHP li ser berdana van çeteyan hatiye avakirin. Divê di nav civakê de hişyarbûnek mezin û rêxistinek bi hêz pêk bê. Divê civak li hemberî tecrîdê çavê xwe jî û guhê xwe jî veke. Divê em li hemberî tecrîdê bêdeng nemînîn."