Leyla Guven ji ber ku bi kurdî stran got hat cezakirin 2018-07-26 13:29:04   AMED - Hat ragihandin ku ji ber Parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi kurdî stran gotiye bi cezayê nederxistina hevdîtinê yê mehekê hatiye cezakirin.    Li Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku bi kurdî stran got cezayê disîplînê hat birin. Rêveberiya girtîgehê ji bo cezayê ku da wekî hincet diyar kir ku di nav strana ku Leylayê gotiye re "Bijî Serok Apo derbas dibe" û ji ber vê mehek cezayê nederketina hevdîtina vekirî û girtî lê hatiye birîn.   Parêzera Leylayê jî diyar kir ku muwekîla wê ya ku divê ji çavê xwe ameliyat bibe ji ber ku di dema sewkê de kelepçe tê bikaranîn qebûl nekiriye sewkî nexweşxaneyê nehatiye kirin.