Huda Kaya: Siyaseta îktîdara heyî dibe sedema êrîşan 2018-07-26 09:07:49   Zeynep Durgut   WAN - Ji demên berê û hetanî niha li Kurdîstanê êrîşên li ser goristanan bênavber berdewam dikin. Gorîstanên ku li dijî wan êrîş tên kirin bi texribeteke mezin re rû bi rû dimînin. Der barê êrîşên li ser goristanan de Parlementera HDP'ê Huda Kaya axivî.    Li Kurdîstanê her roj li ser goristanan êrîş pêk tên. Herî dawî  Li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglara Amedê dîsa ji aliyê kesên nenas ve di saetên şevê de  êrîşî gorên şervanên HPG û YPG'ê kirin. Der barê êrîşên ku li  ser goristanan pêk tên  de Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Stenbolê Huda Kaya nirxandin kir.   'Mirov nirxê herî pîroz e'   Hudayê bal kişand ser baweriyan wateya giyan û mirovahiyê û wiha axivi;" Di tu olan de êrîşên li ser goristanan mafdar nehatine dîtin û tu rûpelên quranê de wisa nayê nivîsandin. Di metnên nivîskî de jî tê gotin ku kesên miriyan aciz dikin bi tu awayî nayên efûkirin. Di quranê de di sureya îsra ya 71'emîn de wiha tê gotin, 'Mirov li cîhanê wekî hebûna herî pîroz hatiye afirandin 'Lê binêrin tişta herî baldar ew e ku mirov wekî heyîna herî bi şeref hatiye afirandin. Di vir de mirov wekî hebûna herî bi nirx hatiye dîtin. Di vê sureyê de peyama ku tê dayîn ew e ku mirov ji kîjan ol û baweriyan be bila bine ew hebûneke pîroz e. Nêrîna me a li hemberî jiyane bi vî awayî ye. Mirov gava li jiyanê ye jî pîroz e. Ji bo ku mirov azadiya xwe bi dest bixe, ne pêwîst e ku ji bawerî û olên me be. Ne tenê mirov her hebûnek pîroz e. Di zanista gerdûnî û baweriyan de her hebûnek xwedî giyan bi nirx û pîroz e."   'Siyaseta heyî rê li ber êrîşên li ser goristanan vedike'   Hudayê anî ziman ku di polîtikayên zilmê de her tim nirxên civakî hedef hatine girtin û got ku li hemberî baweriyan êrîş heqereteke mezin e û wiha  pê de çû;"Mirovên ku jiyana xwe ji dest didin bedena wan di goristanê de êdî emanetî mirovahiyê ye. Mirov çiqas dijminê hev jî bibin êrîşa li ser wê bedenê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber wê jî ew pêkûtiyên ku niha li Tirkiyeyê pêk tên û ew politikayên ku tên meşandin, hatine asteke xeternak. Siyaseta ku  îktîdara heyî dide meşandin dibe sedema êrîşên li ser cenaze û gorîstanan. Li Tirkiyeyê di dema definkirina cenazeyan de me bi hezaran zahmetî kişandiye. Cenazeyên ku tên definkirin ji aliyê hêzên dewletê ve bi êrîşeke mezin re rû bi rû dimînin. Di dema definkirina cenazeyan de gel bi zilmeke mezin re rû bi rû dimîne. Mînaka herî mezin êrîşa ku li dijî definkirina Hatun Altun  pêk hatî bû û ya li ser  bedena Ekîn Wan bû. Ev êrîş ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin bû. Êrîşên li ser cenaze û goristanan ji mirovahiyê re şermeke mezin e. "   'Divê kesên mirovahiya xwe ji bîr kirine em bi bîra wan bînin'   Hudayê di dawiya axiftina xwe anî ziman ku êrîşên li ser goristanan dijminahiya li hemberî hebûna mirovahiyêye ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir;"Dibe ku herkes nêrîna wan ne yek be û dibe ku bawerî cuda bin, lê ev nayê wê wateyê ku kes êrîşên li ser cenaze û goristanan ji xwe re maf bibîne. Niha di civaka Trkiyeyê de pirsgirîka herî mezin, ew e ku mirovahî dirize. Di têkoşîna mirovahiyê de civaka Tirkiyeyê ezmûn derbas nekir. Divê em vê ji nû ve bi hêz bikîn. Kesên ku mirovahiya xwe didan  jibîrkirîn divê em bi bîra wan bixin."