OHAL piştî 2 salan bi dawî bû 2018-07-19 10:33:15   NAVENDA NÛÇEYAN  - Pêkanîna OHAL'ê ku di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin û 7 caran hat dirêjkirin piştî 2 salan bi dawî bû.   Pêkanîna Rewşa Awarte  (OHAL)  ku di 20'ê Tîrmeha 2016'an de piştî helwdana darbeyê  hat îlankirin û 7 caran hat dirêjkirin piştî 2 salan di 18'ê tîrmehê de bi dawî bû. Bi 32 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) yên hatin derxistin  125 û 800 kes ji kar hat îxrackirin, gelek weşan hatin girtin û bi dehan weqf û komele hatin girtin.   Piştî OHAL'ê 2 salên bi sansur, tundî, îşkence, girtin, qanûnên bêcezhiştin û binpêkirinên mafan man.