Li Şehbayê meş hat lidarxistin 2018-07-19 09:33:34   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bi boneya nêzîkbûna şoreşa 19'ê Tîrmehê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li Kantona Şehbayê meşek li dar xist.   Di bin dirûşma "Serî hilde, şer bike, Efrînê rizgar bike" û bi armanca şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bi boneya nêzîkbûna şoreşa 19'ê TîrmehêYekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li Şehbayê meşek girseyî li dar xist. Meşê ji Gundê Tilqirehê dest pê kir û heta kampa serdemê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", " Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Di meşê de alên YCR'ê, YCŞ'ê, YJC'ê  û pankarta "Bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê em ê dewleta dagirker têk bibin" hat hilgirtin.    Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Kampa Serdemê Xaliya Henan, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Ocelan Efrîn û li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Tolhildan Efrîn axivîn.    Di axaftinan da hat diyar kirin ku Dê bi rihê 19'ê Tîrmehê têkoşîna ji bo Efrînê mezintir bibe.   Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.