Li Girkêlegê hilbijartina rêveberiya Kongreya Star hat çêkirin 2018-07-18 13:29:38   GIRKÊLEGÊ - Li Girkêlegê hilbijartinên Meclîsa Kongreya Star a navçeyan hatin çêkirin û 13 rêveberên nûh hatin hilbijartin.   Li sendîkaya kedkaran a Girkêlegê hilbijartinên Meclîsa Kongreya Star a navçeyan hatin çêkirin û 13 rêveberên nûh hatin hilbijartin. Jinên Kurd, Ereb û hemû sazî rêxistinên Girkêlegê beşdarî hilbijartinê bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin hilbijartinê dest pê kir. 13 rêveberên nû hatin hilbijartin.    Hilbijartin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.