'Dijminê bavan nabe dostê lawan' 2018-07-01 09:02:03   Berçem Cûdî/Ilham Eloso   KOBANÊ - Berdevka TAJÊ Ferîde Şingalî derbarê tevgera leşkerên tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de anî ziman ku divê em destûrê nedin ku axa me dagir bibe û got:"Kesên ku welatê xwe û gelê xwe bifiroşin dê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cihê xwe bigirin. Kesên bû sedema komkujiya li Şengalê divê îro destûrê nede ku leşkerên tirk derbasî ser axa Başûrê Kurdistanê bibe. Divê PDK destûrê nede ku leşkerên tirk derbasî ser axa Başûr bibe. Me hîn Kerkuk û Şengal ji bîr nekiriye."   Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şingalî derbarê tevgera leşkerên tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de got ku divê hikumeta Iraqê û PDK dawî li bêdengiya xwe bînin û ji bo dewleta tirk ji axa Başûrê Kurdistanê derkeve helwesta xwe diyar bikin.    'Divê destûr nede dayin ku operasyona Qendîlê pêk were'   Ferîdeyê da zanîn ku divê êrîşên dewleta tirk ên li se Başûrê Kurdistanê bê rawestandin û wiha got:"Bêdengiya PDK'ê tê wateya erêkirinê. Divê destûr nede dayin ku operasyona Qendîlê pêk were. Divê hemû gelê Başûr jî li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin."   'Dijminê bavan nabe dostên lawan'   Ferîdeyê wiha domand:"Êrîşa Erdogan a li ser Qendîlê dê bandorê li ser her çar parçeyên Kurdistanê bike. Divê em vê gotina mezinên xwe ji bîr nekin. Dijminê bavan nabe dostê lawan. Divê em li gor vê yekê tev bigerin û tenê berjewendiyên xwe yên kesayetî nefikirin."   'Divê em bi çavekî erzan li dîroka xwe û berxwedana xwe temaşe nekin'   Ferîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê em bi çavekî erzan li dîroka xwe û berxwedana xwe temaşe nekin. Em xwedî dîrok û çandek gelek giranbiha ye. Loma divê di parastina axa xwe û welatê xwe de tenê em li ser berjewendiyên kesayetî hûr nebin. Her çar parçeyên Kurdistanê ne tenê malê serokên partiyan e. Malê hemû gelê Kurd e. Loma divê em bifikirin ku dema biryarek derbarê parçeyekî tê dayin ev bandorê li ser çar parçeyan dike. Qendîl xwedî dîrokek berxwedanê ye. Divê em ji bo berjewendiyên xwe vê berxwedanê bi erzanî nefiroşin û em li hev xwedî derkevin. Divê em destûrê nedin dagirkeran. Çimkî dijminê bavan nabe dostê lawan."