ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-01 09:00:00   *Berdevka TAJÊ Ferîde Şingalî derbarê tevgera leşkerên tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê de anî ziman ku divê em destûrê nedin ku axa me dagir bibe û got:"Kesên ku welatê xwe û gelê xwe bifiroşin dê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cihê xwe bigirin. Kesên bû sedema komkujiya li Şengalê divê îro destûrê nede ku leşkerên tirk derbasî ser axa Başûrê Kurdistanê bibe. Divê PDK destûrê nede ku leşkerên tirk derbasî ser axa Başûr bibe. Me hîn Kerkuk û Şengal ji bîr nekiriye." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Rîhab Çepo rewşa dawî ya li Kantona Şehbayê nirxand û got:"Jinên ku li Şehbayê berxwedana xwe didomînin li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Li Şehbayê hêviyên jinan qet winda nabe û sûdê ji têkoşîna bêhempa digirin."   *Piştî nîqaşên berfireh li Erebîstana Siûdî êdî jinê bikaribin ku wesayetê bi kar bînin. Xewna jinên Erebîstana Siûdî ya bi salan veguherî rastiyê. Ji bo ev xewnên bi vî rengî li her derê belav bibe divê hemû jin dest bidin hev û têbikoşin. JI PÊNÛSA JINAN   *Qeyûmê ku tayînî şaredariya Sûra dîrokî hatiye kirin ji ber ku kolanên Sûrê nade paqijkirin bi gelaşê tijî bûne. Niştecihên sûrê bertek nîşanî vê hewesta Qeyûm dan û wiha gotin: "Bedela çi ji me dixwazin" DÎMEN HEYE   *Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku di axaftina balkonê de peyamên ku wê zilm zêde bibin hatiye dayîn û got Suleyman Soylu yê aşkera sûc dike bi erêkirina desthilatdariyê diaxive.   *Girtiya nexweş Fatma Tokmak ji bo kontrolê birin nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Sadî Koguk. Fatma Tokmak rastî gotinên heqeret û nefretê yên Pispora Nexweşiyên Sîngê Dr. Ebru Artan ku bi hinceta saeta dermankirinê derbas bûye yên wekî ‘tu dimrî jî bimre ji bo min ne derd e’ hat.   *Der barê hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, de û der barê pergala hevserokatiyê de îdianame hat amadekirin. Sevîl Rojbîn Çetîn wih agot: “Ev rêzikname di meclîsa şaredariyê de îradeya herî mezin e ku me li cîhanê yekane modela wê li partiya xwe ava kir. Li ser vî bingehî bedel çi dibe bila bibe em ê tê bikoşin.”   *Civaknas Berfîn Azdal  diyar kir ku li Tirkiyeyê aboriya derveyê qeydê li jin û zarokên penaber vedigere  û bi taybet dewlet van qadên xebatê bê kontrol dihêle. Berfînê got li Stenbolê bi sedan jin û zarok li kargeriyan rastî tacîza zayendî tên.