Ji bo JIN TV'yê li Amûdê şahî hat lidarxistin 2018-06-30 19:39:38   AMÛDÊ - Bi boneya vekirina televizyona JIN TV'yê ji aliyê Komîteya JIN TV'yê saet di 19:00 de li Amûdê şahî hat lidarxistin.    Bi boneya vekirina televizyona JIN TV'yê ji aliyê Komîteya JIN TV'yê saet di 19:00 de li Amûdê şahî hat lidarxistin. Hemû saziyên xweser ên jinê tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de jinan cilên gelêrî li xwe kirin. Qad bi reng û dengê jinê xemilî. Di şahiyê de gelek rojanmegerên nûçe çêdikirin jî jin bûn. Hunermendekî ji Başûrê Kurdistanê jî dê beşdarî şahiyê bibe. Endama Komîteya JIN TV'yê Jiyan Hêvî axivî û got:" Em JIN TV'yê li hemû jinan pîroz dikin. Ew ê jin bi reng û dengê xwe hemû qadan belav bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, ew ê jin li derê şoreşa xwe pêk bînin."   Niha şahî bi gotina stranên Koma Kevana Zêrîn a Elenyayê didome.