Sputnikê dawî li weşanên xwe yên bi Kurdî anî 2018-06-30 16:18:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Rûsî ya bi navê Sputnik, weşanên xwe yên bi Kurdî bêyî ku hincet nîşan bidin bi dawî kir.    Ajansa Nûçeyan a Rûsî ya bi navê Sputnik, weşanên xwe yên bi Kurdî bêyî ku hincet nîşan bidin bi dawî kir. Di daxuyaniya ku di serwîsa Kurdî de cih digirt wiha hat gotin:"Xwendekarên me yên hêja, em ji bo ku xizmetek baş bidin we em dixebitin lê em ê serwîsa xwe ya bi Kurdî bi dawî bikin. Ji bo hûn Sputnikê dişopînin em ji we re spas dikin."   Ajansa ku navenda wê Moskova ye di 10'ê Mijdarê de ji aliyê Rossiya Segodnya hat avakirin û bi 39 zimanan weşanê dike.