Li Efrînê serdegirtina bi ser malan de: Ji 18 kesî agahî nayê girtin 2018-06-30 15:18:12   EFRÎN - Li kuçeyên Mehmudiye û Eşrefiye yên Efrînê hêzên TSK û OSO'yê bi ser mala kurdan girtin û 18 ciwan birin cihekî ne diyar.    Li Efrînê zextên Tirkiye û OSO'yê didome. Li bajêr serê sibehê di encama serdegirtina malan de 18 ciwan hatin binçavkirin. Li gor jêderkên herêmî Li kuçeyên Mehmudiye û Eşrefiye yên Efrînê hêzên TSK û OSO'yê bi ser mala kurdan girtin û 18 ciwan birin cihekî ne diyar.    Li gor jêderkên herêmî TSK di zextên li ser gel de cih digire û kesên ku berxwe didin jî bi zorê dibin. Hat hînbûn ku zextên li ser kuçeyan didomin.