Bêrîtan Aksoy: Ji têkoşîn û bîrdoziya wî tirsiyan 2018-06-30 14:47:27   STENBOL - Keça Edip Aksoy ê ku di sala 1995'an de li navçeya Lîceye piştî ku hat binçavkirin şûnde êdî agahî jê nehat sitendin ji Dayikên Şemiyê re name şand û got:"Wan got qey em bên kuştin em ê bitirsin, lê em natirsin. Tiştekî ku hesab nekiribûn hebû. Ew jî ev e ku Bêrîtanên Edîban û Amedên Orhanan naqedin. Em ê her dem şopdarê Edîp û Orhanan bin."   Dayikên Şemiyê di hefteya 692’yemîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê dewam kirin. Pankarta “Kujer diyar in, bila winda bên dîtin” vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hildan. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Musa Pîroglu û Huda Kaya, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û gelek Mirovên Şemiyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7’ê hezîrana 1995’an de di binçavan de windakirin pirsîn.    Di çalakiyê de ewil Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu axivî û diyar kir ku mirovên li Qada Galatasarayê rûdinên pêvajoyên herî giran derbas kirin û got: “Desthilatdariya siyasî bi salan e li şûna aqûbeta windayan bibîne, kujeran vedişêre. Desthilatdariya siyasî mîna Tansu Çîller û Mehmet Agar bi kujeran re hevkariyê dike. Em ê li dijî van têbikoşin.”    Pişt re xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de di binçavan de windakirin Masîde Ocak jî wiha got: “Ez dixwazim vê gotina bavê xwe bibîr bixim, ‘Îro ji sibê çêtir e.’ Gotina wî ji bo îro hatiye gotin. 22 sal derbas bû û em 22 salên din li paş ketin. Me êşên mezin kişand. Em bêtir giriyan û hatin kuştin.”    Nameya keça Edîp Aksoy ê di 7’ê hezîrana 1995’an de di binçavan de hat windakirin Bêrîtan Aksoy ku ji Amedê şandibû hat xwendin.    Di nameya Bêrîtanê de ev tişt hat gotin: “Ez Bêrîtan Aksoy. Di 7’ê hezîrana 1995’an de ez 40 rojî bûm bavê min winda kirin. Ez keça wî me. Min bavê xwe qet nedît. Lê ew mêrê ku ez evîndarê wî bûm û min ji xwe re mînak girtiye. Bavê lehengê jiyana min e. Ev 24 sal e ez bi wî dijîm, dikenim, digirîm û bi wî re têdikoşim. Lê ez bibim 70’ê salî jî wê ev wisa dewam bike. Baş e bavê min li ku ye? Dibêjin ‘me kuşt.’ Êdî ez sedema wê napirsim, çimkî ji têkoşîn û bîrdoziya wî tirsiyan. Lê tiştek hesab nekirine heye. Her Edîp Bêrîtenek e û her Orhanek Amedek e û li pey xwe hiştine. Em ê di rêçika wan de bimeşin. Wê bedena wî hevrêyê min be û gora wî jî hemrazê min be.”    Daxuyaniya çapameniyê ya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar xwend û behsa çîroka windabûn û lêgerîna Edîp Akosy û Orhan Cîngoz ên li Licê hatin windakirin kir.    Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.