Ji bo JIN TV'yê li Şehbayê şahî hat lidarxistin 2018-06-30 10:20:16   ŞEHBA - Televizyona jinê JIN TV'yê îro dest bi weşanê kir. Bi pêşengiya Kevana Zêrîn ji bo JIN TV'yê li Şehbayê şahî hat lidarxistin.    Televizyona jinê JIN TV'yê îro dest bi weşanê kir. Bi pêşengiya Kevana Zêrîn ji bo JIN TV'yê li Kampa Serdemê ya Şehbayê şahî hat lidarxistin. Hemû Sazî û Dezgehên Jinên Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Mala Jinê, Kongreya Star û bi sedan jinên kampê beşdarî şahiyê bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongreya Star Gulê Cafer û li ser navê Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivîn.    Vekirina qenala jinê JIN TV ji aliyê axaftvanan hat pîrozkirin û hat gotin ku dê bi qenal JIN TV'yê siberoja jinê û gelan ronîtir bibe.   Piştî axaftinan ji aliyê hunermed Ehmedê Xanî û Koma Serdemê stran hatin gotin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.