Ayşe Gokkan: Em ji edeleta mêr bawer nakin, wê jin têbikoşin 2018-06-30 09:14:33   ÊLIH- Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku wê piştî hilbijartinan jî kampanyayên xwe bidomînin û kolan bi kolan belav bikin. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Me got Wezareta Jinê û Dîwana Edeletê. Ji ber ku em ji edeleta mêr bawer nakin. Wê her cureyê şîdet, tacîz û êrîşê jin tespît bikin û li dijî wê li ber xwe bidin.”   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan diyar kir ku AKP’ê di pêvajoya 16 salan de zîhniyeta xwe baş daniye holê û li Pirsûsê komkujî pêk anî û ev carek din bi awayekî zelal nîşan da. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî wek mohra reş li eniya Recep Tayyîp Erdogan nivîsî.  Di vê pêvajoyê de zewaca zarokan zêde bû. Şîdeta li hemberî zarokan zêde bû. Fuhuş zêde bû. Bi zanebûn polîtîkaya fuhuşê pêk hat. Eroîn û esrar li ciwanan tê belavkirin. Armanca wan ya herî mezin ew e ku jinan biqedînin.”   ‘Ev pergala pergala zilmê ye’   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hewl tê dayîn pergala Recep Tayyîp Erdogan bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê her kes dizane ku ev pergal pergala zilmê ye. Êrîşî Efrînê dike, êrîşî Qendîlê dike. Bi Qendîlê her kesî tehdîd dikin. Di hilbijartinê de jî xwest vê bike.”   ‘Em bi edeleta mêr bawer nakin’   Ayşeyê destnîşan kir ku Tayyîp Erdogan di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hemû kurdan bi darvekirinê tehdîd dike û ev tişt bi lêv kir: “Me deklerasyona hilbijartinê ji civakê re weşand. Di nav vê de Wezareta Jinê û Dîwana Edeletê hebû. Em ji edeleta mêr bawer nakin. Jin wê li dijî tacîz, îstîsmar û şîdetê têbikoşin. Em ê beyanenameya jinê kolan bi kolan belav bikin. Em wek TJA’yê em ê kampanyayên xwe berdewam bikin.”