'Bila dagirker axa Başûrê Kurdistanê terk bike' 2018-06-30 09:07:10   Nisrîn Hisên/ Delîla Axîn   ŞENGAL - Jina bi navê Meyan Xudêde ya ji Xanesora Şengalê ye, derbarê leşkerên tirk ên li Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku ew dixwazin dewleta tirk leşkerên xwe paş ve bikişîne û got:"Bila dagirker axa Başûrê Kurdistanê terk bike."   Jina bi navê Meyan Xudêde ya ji Xanesora Şengalê derbarê leşkerên tirk ên li Başûrê Kurdistanê de anî ziman ku ew ê li dijî dagirkeriyê bisekinin û got:"Em ê li dijî dagirkeran heta dawî axa xwe biparêzin û nehêlin ku êrîşî me bidin. Dewleta tirk çav berdayî axa Başûr jî lê divê Hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê destûrê nedin vê yekê û helwesta xwe zelal bikin."   Meyan Xudêda anî ziman ku ew ê li dijî gefên dewleta tirk berxwe bidin û got:"Erdogan dibêje ez ê êrîşî Şengal, Mexmûr, Qendîlê bikim. Lê ev der axa me ye, em leşkerên tirk li ser axa xwe naxwazin."   'Bêdengî tê wateya piştgiriyê'   Meyanê da zanîn ku bêdengiya ji bo leşkerên tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê tê wateya piştgirî û erêkirinê û wiha domand:"Divê em hemû bibin yek û gelê Başûr jî li diî vê yekê derkeve û dewleta tirk negihêje armanca xwe. Heta em nebin yek em nikarin bi ser bikevin. Divê ji her çar parçeyên Kurdistanê deng li dijî dagirkeriya dewleta tirk bê berzkirin."   'Em ê heta dawî têbikoşin'   Meyanê da zanîn ku ji bo ew axa xwe biparêzin ew ê heta dawî têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê hêvî û têkoşînên xwe mezintir bikin û dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê axa xwe heta dawî ji dagirkeran biparêzin."