JIN TV ya sibe dest bi weşanê dike li benda piştevaniyê ye 2018-06-29 15:23:39   NAVENDA NÛÇEYAN  -Televîzyona jinan ku di 8'ê Adarê de hat vekirin û ev 3 meh e weşana testê dike JIN TV sibe dest bi weşanê dike.   Televîzyona jinan ku di 8'ê Adarê de hat vekirin û ev 3 meh e weşana testê dike JIN TV sibe dest bi weşanê dike. JIN TV ya ku di 9'ê Çileyê di savegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla şaylemez ên li Fransayê hatin qetilkirin de agahiya vekirina wê ji aliyê Weqfa Newa ya Jinan ve hat kriin wê sibe bi dirûşma "Dengê Jinê ruyê jiyanê" dest bi weşanê bike. Wekqfa Newa ya Jinan ku daxuyaniyeke nivîskî da wiha got:    "Bi weşaneke ji bo jinan em televizyoneke bê hempa vedikin. Hemû xebatkarên televîzyona me ên wekî derhêner, edîtor, nûçegîhan, kamera û her wekî din ji jinan pêk tên. Bi gotineke din em hemû jin in û ji bo jinan weşanê dikin. Em jin, em ê derhinêrin, biweşînin û em ê bi hemû jinan re lê temaşe bikin. Qanala me ya bi navê Jin Tv ji dengbêjên jin ên ji mezopotamya heta siyasetmedarên Rojhilata Navîn, ji kedkarên jin ên Rûmelî heta cotkarên Egeyê, ji têkoşerên mafan ên anatoliya navîn heta jinên bijîşk ên deryaya spî televîzyoneke ji bo jinan e. Em dixwazin ev televîzyon hemû jinan, pirsgirêkên wan, çareseriyên wan, tekoşîna wan, rojeva rojane ya jinan, kêfxweşiya wan, hêviyên wan, bêhêvitiya wan, zimanê wan, bêzimaniya wan bîne gel hev. Ji dayikan heta keç, ji xuşk heta cîran, ji dotmam heta rêhevalan bi piştgiriyek jindar em pêngavên televîzyoneke ji bo me jinan davêjin.   Banga me ji bo hemû jinan e   Li mala xwe, cîhên xwe yên kar, li kolanan dema hûn kom bûn dîmenê xwe bikşînin, bernameyan çêkin, ji bo me bişînin û bibin beşek ji  televizyona xwe. Ji bîr nekin pêwîstiya me bi we heye. Werin em bi hev re mijaran destnişan bikin û di navbera xwe de niqaşan bimeşînin. Em li benda pêşniyarên hemû jinan in. Em bi hevre bernamayan çêkin, dîmenan bikşînin, agahiyan ragihînin, rojevê destnişan bikin û li ser ekranê bi hev bi şewirîn. Em dibêjin em hemû bi hevre bernameyan çêkin, dîmenan bikşînin, rojevê destnîşan bikin, em bixwe çêkin û li xwe temaşe bikin, bi yên li dûr in em nêz bibin, yên ji hev cuda bûne em bînin gel hev.   Ev hê destpêk e   Televizyona me di 30’ê Hezîranê de derbasî weşana xwe ya nû dibe. Yên dixwazin bernameyan çêkin, yên fikrên wan yên nû hene dikarin ji me re binivîsin."   Navnîşana têkiliyê:    jintv2018@gmail.com   bi rêya Whats Up’êji me re bişînin:   0049 178 39 68 413