'Em dewleta tirk li ser axa Minbicê naxwazin' 2018-06-29 09:09:56   Nesrîn Mislim   KOBANÊ - Endama Meclîsa Jinê ya Minbicê Hena Şerîf derbarê hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê yên li ser Minbicê diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye têkeve Minbicê û got:"Em dikarin xwe bi rê ve bibin. Hewcedarî bi pergala desthildatdarî û dagirkirinê tuneye."   Endama Meclîsa Jinê ya Minbicê Hena Şerîf derbarê hevdîtinên Amerîkayê û Tirkiyeyê yên li Minbicî bi lêv kir ku niha li Minbicê jiyanek demokratîk heye û gel bajarê xwe bi rêve dibe û got:"Niha ji ber ku rewşek aram û wekhev bi têkoşîna QSD'ê hat avakirin loma pêdivî ji Tirkiyeyê tuneye. Em dewleta tirk li ser axa Minbicê naxwazin."   Hena Şerîf da zanîn ku Tirkiyeyê çav berdaye aramiya Minbicê û got:"Dewleta tirk dixwaze alozî, êrîş û dagirkirina ku li Efrînê kir, li Minbicê jî bike. Ji demokrasiyek ku li ser pergala wekheviyê hatiye avakirin heye li Minbicê loma hewce nake ku dewleta tirk û Amerîka li ser Minbicê li hev bikin."   'Em desthilatdariyê qebûl nakin'   Henayê bi lêv kir ku ew dev ji Minbicê bernadin û wiha domand:"Dê gelê Minbicê destûrê nede ku kes derbasî bajarê Minbicê bibe. Jixwe pergala Minbicê ya ku hatiye avakirin hemû gel di bin sîwana xwe de kom kiriye û cudatiyê naxe nav wan. Heger dewleta tirk têkeve Minbicê dê aramiya gel xera bibe. Loma em desthilatdariyê qebûl nakin."   'Em ê heta dawî li ber xwe bidin'   Henayê da zanîn ku ew ê ji bo Minbicê heta dawî li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Erdogan dixwaze zihniyet û dewleta Osmaniyan li Minbicê ava bike. Lê kesekî xêr ji pergala Osmaniyan nedîtiye ku em bibînin. Em ê wekî gelê Minbicê bi dilekî yekpar axa xwe biparêzin."