Dîroknas Ayşe Hur:Operasyona Qendîlê bandora ku hêvî dikirin nekir 2018-06-23 09:17:04   STENBOL- Dîroknas Ayşe Hur diyar kir ku operasyona Qendîlê pêngavek taktîkî ya beriya hilbijartinê bû û wiha got: “Qendîl ne erdnîgariyek ku bi tevgerekê serdestiyê lê bikin bû û alîgirên desthilatdarî yanî pisporên leşkerî jî vê dibêjin.   Desthilatdariya AKP’ê di bin siya krîza aborî û OHAL’ê de Tirkiyeyê dibe hilbijartinê û dîsa bi polîtîkayên şer li hember Qendîlê operasyon da destpêkirin. Dîroknas Ayşe Hur diyar ki ku operason encama biryarek stratejîk bû  lê tiştên dipan nebû.   ‘Bandora hêvî dikir pêk nehat’   Ayşeyê destnîşan kir ku Tirkiye dema di polîtîkaya hundir de teng dibe bi çalakî an jî tevgerekê dixwaze vê veşêre û di heman demê de vê wek alavek propagandayê bi kar tîne û bi vê bandora ku hêvî dikir jî neafirand.   ‘Ne erdnîgariyek ku bi tevgerê serdestiyê lê pêk bîne ye’   Ayşeyê bi lêv kir ku çapemeniya nêzî desthilatdariyê jî heman tiştî dibêje û dinivîse û wiha got: “Ji xwe ferasetek ‘desthilatdariyê wê tiştek wisa bikira’ hebû. Li aliyê din jî Qendîl ne erdnîgariyeke ku bi tevgerekê serdestî lê pêk bê ye. Her kesê erdnîgariyê bide berxwe dibîne ku Qendîl ji nokteyekê pêk tê.  Qendîl platoyek gelek mezin e. Ji 400’î zêdetir gund û Xwecihbûnên wê hene.  her wiha ji 3’yan beşa wê li Îran û ji 3’an du jî di sînorê Iraqê de ye.  Ketina cihekî wisa zehmet e.   riya bejayî nikarin bikevinê û seranserê şerîdê di kontrola PKK’ê de ye. “   ‘Her kes li gorî wan hesabê wê heye’   Ayşeyê daxuyaniyên hikûmeta Iraqê ya ‘Ji me destur nehatiye girtin, ev ne çalakiyek rast e’ bi bîr xist û got ev gotin bi bêdengî hatine ziman got her kes li gorî wan hesabê wan heye û ji ber vê jî zêde îtîraz nekirine.