‘Ev 16 sale dixapînin êdî ji AKP’ê re deng tuneye’ 2018-06-23 09:15:15   IDÎR - Li gundê Candevrîş ê Îdirê ku gundî ev 16 sale dengan didin AKP ya ku soza avahiyan dide wan gotin: “Bi salan gotin em ê çareser bikin lê êdî em hişyar bûn. Em ê dengên xwe bidin HDP’ê.”   Gundê Candervîş ê ev 16 sale bi sozên AKP’ê tên xapandin diyar kirin ku ew êdî bi AKP’ê bawer nakin. Gurbet Beyazit ku bi zarokên xwe re di xaniyekî yek ode de dijî diyar kir ku xaniyê wê ji ber ax e her tim tê xwarê û wiha got: “Em li ser vê axa dewlemend bi xizaniyê re têdikoşin. Bi salane li vî gundî dijîm.  AKP di her hilbijartinê de soza xanî dide me. Lê piştî hilbijartinan nekir.”   Gurbetê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku AKP hefteya borî ji bo xebata hilbijartinê çûye gundê wan û dîsa soza avahiyê dane wan. Gurbetê destnîşan kir ku  wan di 16 salî de fêm kiriye ku wê dengên xwe bidin kesên ku keda wan diparêze û mafên wan naxwin yanî didin HDP’ê.   ‘HDP’ê çavê mirovan vekir’   Mehmet Beyazit jî gazinên xwe li dijî sozên vala dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelo dema xanî bi serê me de hilweşe, em bimrin wê  xemgîn bibin? Bi salane em çûn ber deriyan. AKP her hilbijartinê tê ber deriyan û dengan dixwaze.  Ev çend sale ka çi çareser kirine? Bi salan bû min dengê xwe dida AKP’ê lê êdî ez nadim. Mirov hişyar bûn. HDP’ê em ji xewê rakir.”