Ji Mêrdînê banga dawî: Xwedî li sindoqan derkevin 2018-06-23 09:13:24   MÊRDÎN - Endama PM’a HDP'ê  Zubeyde Zumrut  diyar kir ku li Mêrdînê gel ji bo hilbijartinan amade ye û bang li ciwan û jinan kir ku xwedî li sindoqan derkevin.   Endama PM’a HDP'ê  Zubeyde Zumrut got Mêrdîn ji bo hilbijartinan amade ye û bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkevin. Zubeydeyê daxuyakirin ku divê bi taybet jin û ciwan biçin ser sindoqan.   ‘Gel ji hilbijartinê re amade ye’   Zubeydeyê daxuyakirin ku ev du mehe xebat bi coşek mezin didomin û got çûne ber her derî û wiha got: “Gel di bin zext û binçavkirinan de ji bo hilbijartinan xwe amade kirine. Ji ber zilmê hêrsa gel zêde bûye me di xebatan de ev dît.  Divê her kes xwedî li dengên xwe derkevin. Dengek her tiştî diguhere. Divê gelê Mêrdînê bi vê helwestê biçe ser sindoqan.”