‘Bi roj li ser sindoqan bi şev li pey sindoqan bin’ 2018-06-23 09:11:02   STENBOL- Prof. Dr. Nesteren Davutoglu  û hunermenda reqsa modern Zeynep Tanbay balkişandin ser parastina dengan û bang kirin ku bi roj li ser sinoqan bi şev jî li pey sindoqan bin. Nesteren diyar kir ku ger HDP winda bike wê muxalefet winda bike.   Akademîsyen  Prof. Dr. Nesteren Davutoglu hilbijartin nirxand û diyar kir ku berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî û bang li hemû kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin.   Nesteren destnîşan kir ku AKP mîmarê hilweşîn, bêzarî bêaramiya li welat e û got tu projeyek AKP’ê ya nû ji bo gel tune û wiha pê de çû: “Pêvajoya westandina AKP têde ye hemû muxalefet jî westandiye. Civakê ji hev dike, kîn û nefretê diafirîne. Ev di encama polîtîkaya negatîf a AKP’ê de pêk tê. Em di van hilbijartinan de bi hêvî ne.”   ‘HDP winda bike wê muxalefet winda bike’   Nesterenê destnîşan kir ku HDP di alî nûneriya jinê de li Tirkiyeyê ji bo hemû partiyan mînak e û wiha pê de çû: “Nîvê civakê jinin. Lê li Tirkiyeyê ev wisa nayê dîtin. Hewl didin HDP di bin bendê de bimîne. Ev jî li hember jinan neheqi ye. HDP têk biçe wê muxalefet têk biçe. Ger HDP bendê derbas neke em ê 80 parlamenterî bikin hembêza deshtilatdariyê. Divê hilbijartin bi ewle bên şopandin. Me vîdeoyên ‘bi te diguhere’ amade kir.”   Zeynep Tanbay: Ez hîna bi hêvî me   Hunermenda reqsa modern Zeynep Tanbay jî bi lêv kir ku ew birine hilbijartinek ne adîlane û tevî wan muxalefetê hemû hêza xwe daniye holê û pêvajo pêşwazî kiriye. Zeynebê bi lêv kir ku di vê hilbijartinê de divê xwedî li sindoqan bê derketin û wiha berdewam kir: “ Li gorî berê her kes zêdetir xwedî hişmendiye.Em di van hilbijartinan de bi hêvî ne.Divê her kes di 24’ê hezîranê de biçin ser sindoqan û piştî hilbijartinan jî xwedî li sinoqan derkevin.”