'Ew sindoqan bibin fezayê jî em ê biçin dengê xwe bi kar bînîn' 2018-06-23 09:08:49   Zeynep Durgut   COLEMÊRG-Li Kurdîstanê bi biryara YSK'ê li gelek bajar, navçe û gundan sindoqên hilbijartinê hatin barkirin û cihên wan hat guhertin. Yek ji van bajaran jî Colemêrg e. Gundiyên ku her hilbijartin sindoqên wan tên barkirin û cihê wan tê guhertin nêrazîbûn nîşanî vê nelirêtiya hikûmetê dan û gotin ku sindoqên wan li ku derê bên danîn ew ê  herin dengê xwe bi kar bînin.   Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê hezîranê re li gelek bajar, naçe û gundên Kurdîstanê bi biryara YSK'yê  sindoq ji cihê xwe hatin barkirin û cihên wan hat guhertin. Lê balkêş e ku gundên herî zêde hilbijêrên HDP tê de  hene, sindoqên wan dê bên vekişandin.  Li Colemêrgê jî li 134  gundan sindok hatin barkirin û cihên wan hatin guhertin. Jinên gundên Zahûtê yên ku her hilbijartin sindoqên wan tên barkirin bertek nîşanî vê nelirêtiya hikûmetê dan û gotin ku hikûmet sindoqa bibe ku derê ew ê biçin  dengê xwe bi kar bînin.    'Ewê nikaribin pêşiya deng bikaranîna me bigirin'   Jina bi navê Taybet Olmez anî ziman ku tu hêz nikar wan asteng bike û got ku ew ê di 24'ê hezîranê de xwedî li sindoqan derbikevin û wiha axivi;"Em ê di 24'ê hezîranê de bi coş û moralekî mezin herîn ser sindoqan. Her hatina hilbijartinê sindoqên me bardikin gundekî din. Dixwazin bi van astengiyan pêşiyê li dengdayîna me bigirin, lê ew ê nikaribin me bidin sekinandin. Ew sindoqan bibin ku derê em ê biçin dengê xwe bi kar bînin. Ew bixwazin û nexwazin em ê herîn ser sindoqan. Xwedê destê rastiyê û demokrasiyê bigire. Di 24'ê hezîranê de dê destê zilm û zordariyê bê şikandin. Di demeke nêz de dê ev zilm bi dawî bibe û em ê bi rojên xweş û geş çavên xwe roja 25'ê hezîranê vekin. Bi arkirina sindoqan ewê nikaribin me asteng bikin. Em destûr nedîn dengên me bên dizin. Em ê bi ser kevin û wê ew têk biçin. Bijî Kurdîstan."   'Ew sendoqan bibin fezayê jî em biçin'   Semîha Erçîn jî bi lêv kir ku ew ê heya dawiyê li pey sindoqên xwe bin û wiha got:"Ji dîrokê heyanî niha me her tim dengên xwe li gundên cuda bi kar anîne. Bi biryara barkirina sindoqan re dixwazin bi hileyan pêşiya hilbijartineke demokrat bigirin. Lê ew ê di vê planê de serkeftî dernekevin. Em hene û ew sindoqan bibin fezayê jî em ê biçin dengê xwe bi kar bînîn. Ev hewldana me ji bo demokrasiyê û ji bo rojên xweş û geş e. Bila herkes bi hişyarî tevbigere û 24'ê hezîranê xwedî li sindoqan derbikevin. Çavên herkesî bila ji hileyan re vekirî bin. Ji ber ku ev hilbijartin dê pir tiştan biguherîne. Ev hilbijartin yan dê biguherîne yan jî dê zilmê bide berdewamkirin. Ji bo wê em ê bi hêstiyar tevbigerîn û xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevîn."   'Divê herkes xwedî li sindoqan derkeve'   Sitî Olmez jî daxuyand ku hêza cîhanê hemû bibe yek jî ew ê nikaribin dengê jinan asteng bikin û bang li hemû jinan kir ku xwe ji hilbijartinê berpirsyar bibinîn û wiha berdewam kir;"Em bi biryara barkirina sindoqan re matmayî man. Ji ber ku her sal sindoqên me vedikêşin. Ji bo ku  hilbijartineke demokratîkdivê sindoq nehatana barkirin. Lê mixabin  vê bêedaletiyê jî em  matmayî nekirin. Ev hilbijartin ne tenê dê  qedera gelên Tirkiyeyê biguherîne ev hilbijartin dê bibe sedema guhertina Rojhilata Navîn. Divê ku em bi vê zanebûnê tevbigerîn. Herkes wê  24'ê hezîranê de xwedî li sindoqan derkeve û em ê destûrê nedin ku dengên me bidizin."