Dayikên Amedî: Bi rakirina tecrîdê wê hemû pirsgirêk çareser bibin 2018-06-23 09:06:44   Rojda Aydin   AMED – Dayikên Amedî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê rewş gelek xarab bûye.   Dayikên Amedî, tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan roj bi roj giran dibe şermezar kirin û diyar kirin ku ji vê zilm û zordariyê re bi tenê Abdullah Ocalan dikare çareserî bibîne. Dayikan gotin ku pêwîst  e di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabibe.       Dayika Cemîle Yilmaz tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku Abdullah Ocalan serokê kurdan e û wiha anî ziman: “Ew çi bikin jî wê Abdullah Ocalan tim Serokê me be. Bi salan e li ser Serok zext tê kirin, ew têr nake îktîdara AKP’ê niha jî tecrîd li ser giran kiriye. Ev di kîjan pirtûkê de dinivîse? Bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê rewş gelek xirab bû û hîn jî ber bi xirabiyê ve diçe. Em îro nizanin ku Serokê me di çi rewşê de ye. Em nizanin ku dijmin îro çi ji me dixwaze. Bi salan e xwîna me kurdan vexwarin têra wan nekir? Divê gelê me yê kurd ji bo xatirê Serok rabe  ser piyan û deng derbixe. Kesê ku bibêje ez kurd im divê bêdeng nemîne. Îro roj roja xwedîderketinê ye. Em her roj di nava gola xwînê de ne.”   ‘Ji bo tecrîd bê rakirin ev hilbijartin girîng e’   Cemîle di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina ku wê di 24’ê Hezîranê de bê kirin û wiha got: “Ji bo tecrîda li ser Serok rabibe û zextên li ser girtiyan rabibin pêşiya me hilbijartin heye û divê ku em di vê hibijartinê de bi ser kevin. Ji ber ku tecrîda li ser Serok û girtiyan girêdayî hilbijartinê ye. Divê hemû kes roja hilbijartinê dengê xwe bide HDP’ê û ji bo ku ev zext û zordarî bi dawî bibe.”      ‘Kurd namirin, kurd hene û wê tim hebin’   Dayika Nura Abay jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran bûye qebûl nake û xwest ku di demeke nêz de tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha pê de çû: “Ji xeynî Abdullah Ocalan tu Serokê me tune ye. Bê Serok jiyan nabe, Serok hebûna me ye.Çawa ku Serok hebûna me jinan derxist holê divê em jî îro tecrîda li ser Serok  ji bo bişkînin rabin ser piyan. Her çiqas îktîdara AKP’ê Serok qebûl nake jî divê em hebûna Serokê xwe bi wan bidin qebûlkirin. Ger ku îro Serok tune be em jî tune ne. Em bi saya Serok hene. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Serokê xwe ji nava çar duvaran derbixin. Bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê girtin gelek zêde bûn. Gelek siyasetmedar, parlementer, hevserok û zarokên me di girtîgehan de ne. Ji bo ku ew azad bibin pêwîst e di serî de tecrîda li ser Serok bê rakirin. Kurd namirin, kurd hene û wê tim û daîm jî hebin.”   ‘Roj wê êdî ji bo me bibe bihûşt’   Nura, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabibe hilbijartina ku di 24’ê Hezîranê de bê kirin fersendeke û ev tişt got: “Ji bo tecrîda li ser Serok rabibe divê hemû kes dengê xwe bide HDP’ê. Hebûn û tunebûna me,  tecrîda li ser Serok girêdayî vê hilbijartinê ye. Em ê piştî 24’ê Hezîranê li rojeke nû  şiyar bibin û roj wê êdî ji bo me bibe bihûşt. Em êdî îktîdara AKP’ê, Erdogan û zilma wî nas nakin.”   ‘Bi kuştinê heta ku derê’   Dayika Rukiye Bilîcî jî diyar kir ku bi salan e li ser kurdan zilm û zordarî  tê kirin û  bi bîr xist ku ew zilm hîn jî berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji vê zilmê re bi tenê Serok dikare çareseriyekê bibîne. Ji ber ku Serok heta niha gelek tişt çareser kir û ew dikare ji vê zilmê re jî çareserî bibîne.  Ji bo Serok vê zilmê ji ser me rabike divê em Serokê xwe ji girtîgehê xilas bikin.  Dema Serok azad bû wê demê deriyê girtîgehan jî wê vebibe û hemû zarokên me rizgar bibin. Bi kuştinê heta ku derê. Kurdan çi kiriye jI AKP'ê? Kurdan bi tenê xweserî, azadî û wekhevî xwestine. Lê îktîdara AKP’ê li şûna ku daxwaza azadiyê qebûl bike şer dadestpêkirin. Em êdî azadiyê dixwazin. Em zilmê li kesekî nakin, ew zilmê li me dikin. Wê di dawiyê de azadî û aştî çêbibe. Ji ber ku hêviya me ew e.”