'Em cîhanek bê tecrîd dixwazin' 2018-06-23 09:02:13   Rûken Goman   DÊRIK - Jinên Hêzên Parastina Civakî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Coş û kelecana dilê jinên Kurd dê nehêle ku îradeya bi milyonan bê çewisandin."    Jinên Hêzên Parastina Civakî yên Dêrika Qamişloyê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew cîhanek bê tecrîd dixwazin û gotin:"Heta ku Rêber Apo azad nebe dê aştî û azadî jî pêk neyê."   'Mafê mirovekî wiha ne zindan e'   Jina bi navê Hiyam Şahîn diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo mirovatiyê xizmetên mezin kiriye û got:"Rêber Apo her dem li dijî siyaseta çewt û pişaftinê sekiniye û mafên hemû mirovan parastiye. Mafê mirovekî wiha ne zindan e. Rêber Apo sîstema konfederalîzmê û çanda wekheviyê diparast loma ew hedef girtin û xistin nava çar dîwaran. Ew çi bikin bila bikin îradeya Rêber Apo û gelê Kurd tu carî teslîm nayê girtin."   'Rêxistinên mafên mirovan rol û mîsyona xwe nalîzin'   Xezala Hebeş bal kişand ser girîngiya felsefeya Abdullah Ocalan û wiha got:"Bi têkoşîna xwe ya bi salan em gav bi gav nêzî azadiyê dibin. Ev bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ye jî. Divê kesên ku xizmeta aştî û azadiyê dike bê berdan. Fikir û ramanên Rêber Apo her dem rê li ber polîtîqayên qirkirinê girtiye û aştiyane ye. Loma hedef tê girtin. Rêxistinên Mafên Mirovan ên Navneteweyî jî di vê mijarê de rol û misyona xwe nalîzin û dibin sedema sûcê mirovatiyê. Ev deng sîstematîk û plankirî ye. Divê demildest dawî li vê bêdengiyê bê û tecrîda giran a li ser Rêber Apo bê rakirin. "