'Gelê Kurd bi komkujiyan naqedin' 2018-06-23 09:01:14   Îlham Eloso   KOBANÊ - Jinên Kontona Kobanê Komkujiya Kobanê ya di 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê DAÎŞ'ê vê hat kirin, bi bîr anîn û gotin:"Gelê Kurd bi komkujiyan naqedin".   Çeteyên DAÎŞ'ê di 25'ê Hezîrana 2015'an de serê sibehê ketibûn Kobanê û dora 200 kesî qetil kiribûn. Di nav kesên ku hatibûn qetilkirin zarok, jin û yên temenbilind jî hebûn. Jinên Berx Botanê yên ku bûbûn şahidê komkujiya 25'ê Hezîranê ya Kobanê gotin:"Çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya Erdogan ketin nava Kobanê û tevî zarokan bi sedan kes qetil kirin. Em kesên ku di Komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi dilekî germ bi bîr tînin û em dibêjin em ê heta dawî li dijî kujer û faşîstan bisekinin."   Jinên ku bûn şahidê vê komkujiyê, hinek jê birîndar bûbûn hinek jî jê zarokên wan li ber çavên wan jiyana xwe ji dest dabûn, hinek jî dê û bavên wan hatibûn qetilkirin.   Nezîha Muhêbîn a ku temenê wê 45 salî ye du zarokên wê di Komkujiya Kobanê de hatin qetikirin wiha got:"Serê sibehê em bi dengê çekan hişyar bûn. Ez dema ku derketim derve çeteyên DAÎŞ'ê yên ku cilên YPG/YPJ'ê li xwe kiribûn derb li ser gel direşandin. Herdu zarokên min li ber çavên min bi derbên DAÎŞ'ê û bi hevkariya Erdogan hatin qetilkirin. Ez vê yekê tu carî ji bîr nakim û ez ê bi dilekî hîn bi hêztir berxwedanê bidomînim da ku faşîzm û zihniyeta dagirkeriyê têk biçin."   'Em ê li dijî zihniyeta faşîst bisekinin'   Zozan Mihemed a temenê wê 30 salî jî di êrîşan çeteyên DAÎŞ'ê de bi giranî birîndar bûbû. Zozanê got:"Dema ku bi dengên çekan em derketin derve çeteyên DAÎŞ'ê gotin "Allahu ekber" û derb reşandin ser me de. Gelek kes hatin kuştin û gelek jî jê wekî min birîndar bûn. Bi komkujiyan gelê Kurd naqedin em bêtir bi hêz dibin. Gelek komkujiyên bi vî rengî bi ser Kurdan de hatiye. Lê me tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadeye. Em ê bi heman biryarê têkoşîna xwe bidomînin û li dijî zihniyeta faşîst bisekinin."   'Dayik û bavê min jî qetil kirin'   Heyfa Muhammed a ku temenê wê 19 salî û di komkujiyê de dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dan got:"Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku êrîşî ser axa Kobanê kirin ji zarokan bigirin heta yextiyaran li hemû kesan gule barandin. Dayik û bavên min jî qetil kirin. Lê yên ku wekî dewleta tirk alîkariya DAÎŞ'ê dikin bila baş bizanibin ku em ê heta dawî li axa xwe xwedî derkevin û nehêlin ku radestî destên faşîst û dagirkeran bibe."