Gelê Dêrsimê li Qada Seyîd Riza Kom bû 2018-06-22 17:48:34   DÊRSIM - Bi hezaran kes li Dêrsimê ji bo mîtînga HDP'ê li Qada Seyît Riza kom bû.   Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan li Dêrsimê li Qada Seyît Riya bi tevlibûna hezaran hat destpêkirin.  Heserokê HDP'ê Sezaî Temellî, li ser Pira Seyît ji aliê namzedên HDP'ê  Meral Hanbayat Yeşîl, Alî Can Onlu û Hevserokê HDP'ê yê Dêrsimê Murat Polat ve hat pêşwazîkirin.   Piştî pêşwazîkirinê konvoyê ber bi navenda Dêrsimê ve berdewam kir. Konvoya Sezaî ji aliyê konvoya bi sedan Dêrsimiyan ve bi dirûşman ha pêşwazîkirin.   Piştî gera nava bajêr li Qada Seyît Riza bi rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê mîtîng hat destpêkirin. Axaftina Destpêkê a Mîtîngê ji aliyê Hevserokê HDP'ê  yê Dêrsimê  Murat Polat ve hat kirin Murat bal kişand ser tundiya li dêrsimê û xewzaya wê ya ku tê xwestin bê tunekirin. Murat wiha got: "Dêrsimî ji gotin bendavê hez nakirin, wê bendavahilbijartinê jî hilweşînin.  Ev 30 sal e ku em li dijî bendavan têkoşînê didin. Em ê bendava hilbijartinê jî hilweşînin ji bo ked demokrasî û edaletê."   Piştre axatina Selahatîn Demîrtaş di mîtîngê de dan guhdarkirin û ji aliyê gel ve dirûşmim û çepikan hat pêşwazîkirin.   Mîtîngê bi axaftin û muzîkê berdewam kir.