Mertalên Zindî daxuyanî dan 2018-06-22 16:29:28   DÊRIK - Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya hemleya 'serî hilde' meşek mezin li dar xistin. Piştî meşa mezin daxuyanî hat dayin.   Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya hemleya 'serî hilde' de li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşek mezin li dar xistin. Piştî meşa mezin daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Koordinasyona Giştî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê Harun Qamişlo ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Dewleta tirk bi salan e ku li ser her  çar parçeyên Kurdistanê û li ser Rojhilata Navîn komkujiyan pêk tînin. Her dem hebûn û nasnameya gelê Kurd hedef hatine girtin. Em wekî Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk serî hildidin û em dibêjin em ê hemû bi hev re axa xwe biparêzin."