'Em ê heta dawî li ber xwe bidin' 2018-06-22 14:38:06   Cûdî Zêno-Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên li Kampa Şehbayê derbarê êrîşên li ser jinên Êzidî diyar kirin ku tiştên berê li Şengalê dihat kirin niha li Efrînê dubara dibe û gotin:"Li Şengalê bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hatin girtin û bi pêkanînên dijmirovî rû bi rû man. Divê mafên jinên Êzidî û yên hemû cîhanê bên parastin."   Jinên li Kampa Şehbayê derbarê êrîşên li ser jinên Êzidî diyar kirin ku tiştên berê li Şengalê dihat kirin niha li Efrînê dubara dibe û gotin:"Li dijî zordest û xwînxwaran jinên Êzidî her dem berxwe dan. Tevî hemû zehmetiyan niha li Kantonên Şehbayê li berxwe didin û ev berxwedanê dê heta dawî bidome."   Eyşe Xilo got:"Dema DAÎŞ kete Şengalê çand, huner û dîroka me jî hedef girtin. Heman tişt li Efrînê jî dubare kirin. Lê em ê heta dawî li dijî vê hovîtiyê bisekinin û xwe biparêzin."   Qidiret Elîko diyar kir ku jinên Êzidî di tu fermanê de serî netewandine û ji bo parastina rûmeta xwe her têkoşiyaye û got:"Nîjadperest û dagirker dema ku êrîşî derekê dikin berê jinan hedef digirin. Di fermana Şengalê û di êrîşên li ser Efrînê de jî berê jin hedef hatin girtin. Lê jinên Êzidî li dijî vê yekê sekinîn û xwe parastin."   Emîne Elo jî wiha got:"Em wekî jinên Êzidî bi çand, nasname, ol û hunera xwe ve girêdayîne. Loma kes nikare zû bi zû îradeya jinên Kurd bişkîne. Em niha li Şehbayê tevî hemû zehmetiyan li ber xwe didin û bersiva herî baş didin dijmin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin."