'Têkoşîna gelê Efrînê li kantona Şehbayê kêlî bi kêlî didome' 2018-06-22 13:53:54   Ferîde Zede-Lîlav Elî   ŞEHBA - Piştî êrişa dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Endama Rêveberiya Kampa Serdemê Xaliye Henan rewşa Kampê nirxand û got:"Bi êrîşa li ser Efrînê Erdogan xwest ku di şexsên Kurdan de îradeya hemû gelên Rojhilata Navîn bişkîne. Lê îradeya gelê Efrînê neşikest û niha li Şehbayê tevî hemû zehmetiyan û şerdên zor li berxwe didin."   Piştî êrişa dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Endama Rêveberiya Kampa Serdemê Xaliye Henan rewşa Kampê nirxand û got:"Gelê Efrînê li dijî dagirkerên ku wekheviya gelan hedef digire têkoşîna xwe di kampan de berdewam dikin. Rêxistina ku li Efrînê hatibû avakirin niha li Kampên Şehbayê tê avakirin. Gel bi awayekî rêxistinî tev digerin û jiyanek wekhev heye."   Xaliye Henan da zanîn ku gelê  Efrînê tu carî hêviya xwe winda nekirine û got:"Li Şehbayê di Kampa serdem de 552 çadir hat avakirin û niha li dora 3 hezar kesî li wir dijî. Her wiha li Şehbayê Meclîs û Sazî hatine avakirin, ji bo zarok bi awayekî azad bilîzin park hatine çêkirin. Ji bo gelê Efrînê çi ji destên me tê em dikin."   Xaliyeyê wiha dewam kir:"Gelê Efrîne her çiqas di nav şerd û mercên dijwar dijîn û gelek pêdiviyên wan bi taybet ên zarokan û tenduristiyê hebe jî, ew tu carî hêviya xwe winda nakin û li ber xwe didin."   Xaliyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelê Efrînê ji berê de têkoşer in loma niha vê kevneşopiya xwe didomînin û serî natewînin. Têkoşîna gelê Efrînê li kantona Şehbayê kêlî bi kêlî didome."