Li Enqereyê li ser navê partiyên HDP, CHP û Îyî Partîyê broşurên sixte derket holê 2018-06-22 13:32:01   ENQERE - Ji hilbijartinê demek kurt ma. Li Enqereyê li ser navê partiyên HDP, CHP û Îyî Partîyê broşurên sixte derket holê.   Li Enqereyê broşurên sixtê yên ku li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Cuhmuriyetê (CHP) û Îyî Partî hat weşandin, derketin holê. Bikarhênerên medyaya civakî bertek nîşanî vê propagandaya reş dan. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş, Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê Velî Saçilik û Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Stenbolê, rojnameger Ahmet Şik jî derbarê propagandaya reş de tewwit parve kirin.