Beriya hilbijatinê li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin 2018-06-22 12:23:06   COLEMÊRG - Beriya hilbijartinê bi demeke kurt li navend û 3 navçeyên colemêrgê 30 herêm ji bo 14 wekî 'Herêma ewlehiya taybet hatin îlankirin' û hatin qedexekirin.   Herçend û serokê AKP'ê mizgîniya wê li Colemêrgê qedexeya li ser sozanan rabe da gel jî ev tenê wekî sozê hilbijartinê ma. Di demeke ji hilbijartinê re gelek kêm maye Walîtiya Colemêrgê, ragihand ku wan li navendî, Çelê, Şemzînan û Geverê li 30 herêman ji bo 14 rojan 'herêmên ewlehiyê îlan kirin' û ev herêm li gel hatine qedexekirin.