Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar 2018-06-22 11:00:30   RIHA - Dayikên aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz du kurê wê yê bi navê Adil, Celal Şenyaşar û hevserê wê Haci Esvet Şenyaşar qetil kiribûn.    Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amedê Dayikên aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar a ku xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halil Yildiz du kurê wê yê bi navê Adil, Celal Şenyaşar û hevserê wê Haci Esvet Şenyaşar qetil kiribûn. Dayikên Aştiyê ji Emîneyê sersaxî xwestin û dua kirin.    'Wan qet ez xemgîn nekir'   Emîneya ku ji Dayikên Aştiyê re behsa zarokên xwe dikir got:"Wan qet ez xemgîn nekir. Êvarî dihatin malê. Wan nanê xwe dixwar û dihatin hinda min. Li malê nedihiştin ku ez karekî bikim. Wan tenê karê xwe dikirin. Nediçûn qehweyê jî."   'Ji bo hemû gelê Pirsûsê bitirsin û dengê xwe bidin AKP'ê hevserê min û du lawên min qetil kirin'   Emîneyê anî ziman ku ji bo hemû gelê Pirsûsê bitirsin û dengê xwe bidin AKP'ê hevserê wê û du lawên wê qetil kirine.   'Êşa me yek e'   Piştre Dayika Aştiyê Havva Kiran axivî û diyar kir ku ew jî heman êşê dijîn û got:"Bila serê gelê Kurd sax be. Êşa me yek e. Em êdî naxwazin li welatê me bûyerên bi vî rengî pêk were. Em bang li hemû Kurdan dikin ku bersiva xwe li ser sindoqan bidin kujeran."   'Torbeyek meqarna dikare xilas bibe lê xwîna zarokên vî gelî xelas nabe'   Havayê diyar kir ku torbeyek meqarna dikare xilas bibe lê xwîna zarokên vî gelî xelas nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo berjewendiyên hinek kesan divê em hevdu nekujin. Xwîna zarokên gelê Kurd ne erzan e. Kesek nikare bedela vê xwînê bide. Divê ev xwîna êdî bê sekinandin."