Jinên Efrînê: Ji bo demokrasiyê û aştiyê dengê xwe bidin HDP'ê 2018-06-22 09:28:17   Cudî Zêno-Lîlav Elî   ŞEHBA - Jinên Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê yê ku wê li Tirkiyeyê çê bibe gotin:"Gelê Kurd ên Bakurê Kurdistanê dema ku çûn ser sindoqan bila Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnexê ji bîr nekin û ji bo demokrasiyê û aştiyê dengên xwe bidin HDP'ê"   Jinên Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê yê ku wê li Tirkiyeyê çê bibe diyar kirin ku divê pergala yekperest a li Tirkiyeyê bê guhertin û got:"Bi salane Tirkiye ji aliyê kesên ku pergala yekperestiyê diparêzin tê birevebirin. Ji bo ev pergala faşîst bê guhertin û ev şer biqede divê hemû kes dengê xwe bidin HDP'ê."   Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa diyar kir ku bi êrîş û zextên dewleta tirk yekîtiya gelan hedef hat girtin û got:"Divê li dijî kesên ku yekîtiya gelan hedef digire em berxwe bidin. Divê Gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û bersiva kesên ku yekîtiya gelan hedef digire bidin. Ji bo jiyanek azad û serbixwe divê Erdogan têk here."   Endama Kongreya Star Emîne Dîngilî diyar kir ku divê gelê Kurd li sindoqan xwedî derkevin û got:"Dema ku gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê çûn ser sindoqan divê Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê ji bîr nekin û li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derkevin. Ji bo aştî û demokrasiyê ji bo azadiya têkoşerên di zidanan de divê hemû Kurd dengê xwe bidin HDP'ê. "   Endama Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Suad Hiso jî got:"Divê êdî dîktatoriya Erdogan bê hilweşandin. Ji bo ev dîktatoriya bê hilweşandin û aramiya hemû gelên ku li Tikriyeyê dijîn divê hemû kes dengê xwe dibin HDP'ê."