ROJEVA 20'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-20 09:00:00   *Hunermendên jin ên MKM'ê ji bo hilbijêrên jin ên HDP'î strana hilbijartinê amade kirin. BI DÎMEN   *6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman di dîrokên di navbera 23-27’an de bi 27 belgefîlman dest pê dike.   *Jinên Ermenî yên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş. BI DÎMEN   *Ji bo projeya ‘Batti-Çikti’ ya di meha îlonê de dest bi xebata wê hat kirin û bi îfadeyên ‘ xizmeta mezin’ ji rayagiştî re hat îlankirin, darên nêzî rê hatin birîn. BI DÎMEN   *Rêveberiya OVDER’ê Aysel Îyî diyar kir ku desthilatdarî  dixwaze pergala perwerdeyê li gorî projeya ‘nifşê oldar û kîndar’ bi teşe bike û got ev jî tê wateya ku jinan dikin kole û divê malbat li dijî vê yekê xwe rêxistin bikin, têbikoşin. BI DÎMEN   *Prof. Dr. Kerîm Guler der barê nexweşiya Hîpertansiyonê de ku li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe de agahî da û di mijara xwarinê de hişyariyên girîng kirin.   *Efrîniyên bi gelek pirsgirêkên tenduristî, xwedîbûn û starbûnê re li konan Remezan pêşwazî kirin wiha gotin: “Di bin navê îslamiyetê de her cureyê komkujiyê dikin û dibêjin em bi rojî ne. Lê fitara xwe bi malên me yên heram vedikin. Ev nakokiyek çawa ye. Talan dikin û piştre dibêjin ‘em mislimani n’.”