HDP’ê li Erzoromê buroya hilbijartinê vekir 2018-05-19 17:55:56   AMED - HDP’ê li semta Mahallebaşî ya Erzoromê buroya hilbijartinê vekir.     HDP’ê  di çarçoveya xebatên hilbijartinên pêşwext de li semta Mallebaşî buroya hilbijartine vekir. Parlementera HDP’ê ya Wanê Adem Geverî, endam û rêvebirên HDP’ê  û gelek welatî jî tevlî bûn. Kordeleya buroya hilbijartinê ji aliyê Adem Geverî ve hat birîn.