Girtiya nexweş Sureyya Bulut a xwîn verişiya rakirin nexweşxaneyê 2018-05-19 16:55:45   STENBOL - Girtiya nexweş Sureyya Bulut a li girtîgeha Bakirkoyê, roja çarşemê ji ber ku xwîn verişiya rakirin nexweşxaneyê.    Hat diyarkirin ku girtiya bi nexweşiya giran Sureyya Bulut a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê girtin, roja çarşemê xwîn verişiyaye û rakirin nexweşxaneyê. Bijîşkan rapora “Rewşa tenduristiya wê di talokê deye” da Sureyya û derbarê rewşa dawî de, agahî nehatin girtin. Hat zanîn  ku Sureya hîna jî li Nexweşxaneya Sing a Yedîkule tê girtin. Sureya ji ber cezayê muebetê 20 sal in di girtîgehê de ye.    Sureyya ya çavekî wê nabîne, di heman demê de, nexweşiya Wernîko Korsîkof pê re heye.