‘Jinên Kurd û Tirk wê bi hev re faşîzmê têk bibin’ 2018-05-19 09:19:35   Şehrîban Aslan   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan deklerasyona hilbijartinê ya ji 12 xalî pêk dihat nirxand û got: “Em ê bi jinên Kurd û Tirkiyeyê re bibin yek û di vê hilbijartinê de faşîzmê têk bibin. Dê jinê azad bibin. Em ê pergala hevserokomariyê bînin.”   Pêkhateyên  Tevgera Jinên Azad (TJA)  danezana hilbijartina 24’ê Hezîranê li Amedê deklare kirin. Di danezana bi sernavê ‘Ji bo jinan, ji bo demokrasî û komarê, azadî’ hat aşkerekirin de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pergala hevserokomariyê.  Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan danezan nirxand û got dewlet dixwaze jinan bi rê ve bibe, lê wê desturê nedin vê yekê.   ‘Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye’   Ayşeyê destnîşan kir ku di şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin de beden û azadiya jinê hedef tên girtin lê şoreşa jinên Kurd li Rojhilata Navîn û cihanê dengekî mezin daye. Ayşeyê ev tişt bi lêv kir: “Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye. Di vê pêvajoyê de li Tirkiye, Fransa û Îrlandayê û gelek welatên din qedexeya kurtajê tê nîqaşkirin.  Ev ne tesaduf e. Bi çeteyên weke DAÎŞ, Boko Haram re êrîşî jinan dikin. Gotinên zayendperest ên AKP û Trump jî ne tesaduf in.   ‘Em yek dewletê qebûl nakin’   Ayşeyê daxuyakirin ku Erdogan welat wek dewleta polîs bi rê ve dibe û li Kurdistan û Tirkiyeyê wek serokkomar nayê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan bi salan têkoşîn da û hat vê astê. Lê dixwazin her tiştê wan tune bikin. Em ê vê yekê qebûl nekin.  Me di danezana ku me deklare kir de me got em ‘Hevserokomariyê dixwazin’. Dest danîn ser pergala me ya hevserokatiyê. Em yek dewlet û yek olê naxwazin.”   Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji bo me ev hilbijartin yekîtiya Kurdan e. Şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Em tecrîdê baş dizanin û nas dikin.  Dixwazin jinan heps bikin û şertên tecrîdê bidin jiyîn. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî wek lekeyek reş dibînin. Mijarek din ev e ku Kurd di vê demê de bibin yek. Êdî navê Kurdistanê jî qedexe dikin. Em ê pergala hevserokomariyê bînin.”