Gelê Çerkez: Dengên me ji HDP’ê re ne 2018-05-19 09:04:09   STENBOL - Nûnerên gelê Çerkez diyar kirin ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê û her wiha bi lêv kirin ku wê piştgiriyê bidin wekheviya gelan.    Xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê bê navber didomin. Li Tirkiyeyê ji 2 mîlyonî zêdetir Çerkez jî dê dengên xwe bi kar bînin. Çerkez ku ji bo mafê zimanê dayikê û ji bo qirkirina Çerkezan bê nasîn têdikoşin diyar kirin ku wê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş.   Derhêner Ayben Altunç wiha got: “Ez jinek Çerkez im. Jin im.  Ji ber vê yekê ev her du herî baş di HDP’ê de tên temsîlkirin. Ez bi HDP’ê bawer im. Bi salane ez dengê xwe didim HDP’ê. Ez piştgiriyê didim HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.  Ji ber min piştgirî da wan ez tu car ne poşman im. Ez bang li hemû kesî dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê.”   ‘HDP dikare Çerkezan temsîl bike’   Handan Demîroz jî daxuyakirin ku ew ê dengê xwe bide namzetê li alî mafê mirovan û demokrasiyê û ev tişt anî ziman: “Gelek daxwazên me wek gelê Çerkez  hene. Bi taybet em dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn. Gelê me yê hatiye surgunkirin çanda xwe winda kirine. Em dixwazin çanda xwe bidin jiyîn. Ez ne tenê ji bo Çerkezan ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dixwazim. Ancax HDP dikare vê yekê biguhere.”   ‘HDP hebe hêvî jî heye’   Hîcran Bolat jî balkişand ser hilbijartinan û bi lêv kir ku wê gelên Tirkiyeyê tercîhek girîng bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez piştgiriyê didim HDP’ê. Ez ê ji bo HDP’ê bixebitim. HDP hemû aliyan temsîl dike. HDP'ê tu car baweriya min winda nekir. HDP hebe hêvî heye. Em ê dest ji hêviya xwe bernedin.”